Çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ji ANHA'yê re ragihandin ku çeteyên koma "El-Hemzat" a bi serkêşiya çete Ebû Cabir derbasî baxçeyên zeytûnan ên şêniyên gundê Firêriyê bûn da ku zeytûnan bidizin.
Her wiha destnîşan kirin ku şêniyên gundê bi jin û zilamên xwe li hemberî çeteyên sekinin û nehişt ku zeytûnên wan bidizin.
Li gorî çavkaniyan, piştî rabûna gundiyan li hemberî çeteyan, çeteyan gund dorpêç kirin û bê ser û ber gule li malên gundiyan reşandin û bi çekên giran jî êrişî gund kirin.
Çavkaniyan gundên metrisî hene ku çete komkujiyekê li gundê pêk bînin.
Êrişa li ser gundê didome.
ANHA