Çeteyên dewleta Tirk fidyeyan li cotyarên Efrînê ferz dikin

Çeteyên dagirkeriya Tirk da ku hilberîna zeytûnan a Efrînê desteser bikin, fidyeyên şexsî û giştî li cotyarên zeytûnan ferz dikin. Her wiha çete birîna darên zeytûnan didomînin.

Artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê kiryarên dermirovî li dijî herêmên Efrînê berdewam dikin.

Çeteyên Weqas ên artêşa Tirk li ser cotyarên zeytûnan ên li gundê Îşkan ê rojavayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, fidyeyên şexsî û giştî ferz dikin.

Şêniyan kiryarên çeteyan raber kirin û got ji sedî 15 çeteyên Tirkiyê derîbe li hilberîna zeytûnan xist, her wiha nêzî 300 tenekeyên rûnê zeytûnan ji berhema şêniyên gund desteser kirin.

Di heman çarçoveyê de çeteyên Hemzat, Sultan Murad, Lîwaa Siqûr ên bakur ên li gundê Bilbilê, hilberîna zeytûnan a welatiyan desteser kir.

Her wiha beriya 2 rojan çeteyên Sultan Murad ên li gundê Qestel Kîşk ê navçeya Şîyê, bi dehan darên derdora gund birîn û li kêleka Ehraş kom dikin, her wiha li dagerandina gundê Qere Tebê jî dar birîn.

Artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê kiryarên dermirovî li dijî gelê herêmê pêk tînin û beramberî vê yekê civaka navdewletî bê deng e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din