Çeteyên dewleta Tirk birîna daran û talankirina zeytûnan didomînin

Artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê binpêkirinên xwe didomîne. Kiryarên çeteyan ên wêrankirina mewsimê zeytûnên şêniyan, qutkirina daran û ferzkirina bacê berdewam dikin.

Çavkaniyan ji hundirê Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku piştî şêniyan zeytûnên xwe berhev kirin, çeteyên artêşa Tirk ji sedî 15 fidyê li berhema rûnê li kargeha guvaştinê ferz kir.

Di heman demê de çavkaniyên ji navçeya Şiyê ragihand ku komên çeteyan fidyeyan li berhema zeytûnên şêniyên gundên navçeyê dixin. Komên çete yên beşdarî vê proseyê bûne wiha ne; Lîwa Semerqend, Lîwa Weqas, Firqet Siltan Selîm Şah, Emşat û çeteyên Ehrah El-Şam.

Çeteyên li xwedanê kargeha guvaştina zeytûnan 500 tenekeyên rûn û 100 hezar lîreyên Sûriyê ferz kir.

Her wiha çeteyên bi navên Lîwa Semerqend ên artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Necara ku dikeve navbera gundên Hec Hesinlî û Remedanê yên navçeya Şiyê, rojane bi sedan daran qut dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku çete rojana bi 15 birekan daran dibirin û li Tirkiyê difiroşin, di gel ku li gundên Hec Hesenlî û Remedanê zêdetirî 6 hezar darên zeytûnan hatin birîn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din