Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jineke temenmezin revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke temenmezin ji gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê revand.

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirisê ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, jineke temenmezin ji gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê revand.

Çavkanî daxuyand ku jina hatiye revandin bi navê Şefîqa Îsa Hemame (50) ye û ji mala xwe hatiye revandin. Heta niha çarenûsa wê ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên ‘Ehrar El-Şerqiyê’ duh 4 sivîlên ku ji wan 3 jin in, ji heman gundî revandibûn û biribûn cihekî nediyar.

Li aliyekî din, çavkaniyan piştrast kir ku çeteyên ‘Semerqend’ û ‘Sultan Şah’ û çeteyên ‘El-Emşat’ bacan li xwediyên zeytûnan ên ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê ferz dikin û ji her çar tenekeyên zeytûnan tenekeyekî ji xwe re dibin. Her wiha mewsima zeytûnan a şêniyên gund didizin.

Sivîlê bi navê (C.Î) ê ji gund jî got çete dorê li sivîlan teng dikin û berhemên wan ên çandiniyê bi wan re parve dikin, an jî li pêş çavên xwediyên wan didizin. Sivîl ji ber tirsa çeteyan û malbatên çeteyan, nikarin li hemberî wê rewşê derkevin an jî nehêlin ku çete berhemên wan bidizin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din