Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 5 welatî revandin

Çavkaniyên ji kantona Efrîna dagirkirî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk 5 welatiyên ji navçeya Mabatayê revandin.

Sûcên revandin û kiryarên li dijî qanûnên navdewletî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî sivîlên kantona Efrînê ya dagirkirî, didomin.

Çavkaniyên ji heremê ragihand ku çeteyan di 9`ê vê mehê de ji gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê 5 welatî revandin.

Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Ehmed Bekir, Necimdîn Betal, Mihemed Nûrî Seydo, Îsam Mihemed Mûsa û Mustefa Seydo.

Çavkaniyan diyar kir ku gelek welatiyên din hatine revandin lê heta niha çaranûsa wan ne diyar e. Li gorî çavkaniyan çeteyan ji bo serbestberdana kesên revandî ji 150 hezar heta 200 hezer lîreyên Sûriyê wek fîdye dixwazin.

ANHA


Mijarên Din