Çeteyên dewleta Tirk 7 ciwan ji Girê Spî revandin

Çavkaniyekî herêmî ji kantona Girê Spî diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk li bajêr û gundewarên girtin ser malan û 7 kes ravandin.

Li gorî çavkaniyan çeteyên artêşa Tirk duh ji gundê Qeyseriyê yê gundewarê başûrê Girê Spî 4 kes ravandibûn. Çavkanî da zanîn ku kesên hatine revandin, ji eşîra El-Hinada ne.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku çeteyên Cebheta El-Şamiyê ji gundewarê rojhilatê Girê Spî jî 3 kes ravandine û hemû ji eşîra El-Meşhûr in.

Di 28`ê meha derbasbûyî de li rojhilatê taxa Girê Spî di navbera eşîra El-Meşhûr û çeteyên Cebhet El-Şamiyê şer derketibû, di encamê de ciwanê bi navê Beşar El-Seed ku li dikana telefonan dixebitî hate kuştin. Her wiha li kolanan gule hatin reşandin û du kesên din birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ku çeteyên artêşa Tirk ji beriya 3 rojan ve digirin ser malan û sivîlan direvînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din