Çeteyên DAIŞ`ê 7 kes bi dar ve kirin

Çeteyên DAIŞ`ê çalakiyên xwe li çolistana Sûriyê berdewam dikin. Çeteyan 7 kesên ku destekê didin hêzên hikumeta Sûriyê, bi dar ve kirin. Hêzên hikumetê û hevalbendên wê jî bê bertek in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Dêrazorê di navbera gundewarên Dêrazorê û û El-Suxna ya li dawiya çolistana rojhilatê Humsê, 7 kesên ku piştgiriya hikumetê dikin, darve kirin.  

Ev bûyer piştî ku çeteyên DAIŞ`ê rêya di navbera Şam û Dêrazorê de li nêzî herêma Kebacib de qut kiribû û erebeyeke ku efserekî hêzên hikumetê tê de bû desteser kiribû û tevî leşkerên tê de û jinekê birin û hemû kuştin, pêk hat.

 


Mijarên Din