Çeteyên dagirkeriya Tirk xwe radestî QSD`ê dikin-HATE NÛKIRIN

Piştî têkçûnên mezin, 3 çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Nûçegihanên ajansa me ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber derbeyên giran ên şervanên QSD`ê, nikarin bi pêşve biçin û moralên wan têk çûne.  Ji ber vê yekê jî, 3 çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji ber têkçûnan, xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Nûçegihanên me gotin, yek ji çeteyan li mezreya Micî ya rojhilatê Serêkaniyê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin, her du çeteyên din jî li ser rêya di navbera Serêkaniyê-Hesekê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Nûçegihanan gotin, her sê çete niha di destê QSD`ê de ne.

 (kc)

ANHA


Mijarên Din