Çeteyên dagirkeriya Tirk li Girê Spî kalek birîndar kir

Ceteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê yên girêdayî artêş Tirk a dagirker li gundê Ebû Heyê yê rojavayê bajarê Girê Spî sivîlekî 80 salî birîndar kir.

Çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li gundê Ebû Heyê yê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî gule avêtin welatiyê sivîl Îsa Xelîl (80) û Îsa di lingê wî yê çepê de birîndar kirin.

Şêniyan piştî dermankirina lezgîn Îsal Xelîl rakirin nexweşxaneya Umer Elûş.

Îsa li ser bûyerê dibêje: "Ez li ber  amal xwe bûn, çeteyên dagirkeriya Tirk gule avêtin min û ez di lingê xwe yê çepê de birîndar bûm. Ez nizanim ji bo çi gule li min reşandin."

ANHA


Mijarên Din