Çeteyên dagirkeriyê li Efrînê şûnwarên "Bîra Til" talan dikin

Çavkaniyên herêmî yên Efrînê ragihandin ku çeteyên dagirkeriya Tirk ji bo talakirina parçeyên dîrokî îro dest bi kolandina girê li herêma "Bîra Til" ê li gundê Şîtka yê girêdayî navçeya Mabataya ya Efrînê kirin.

Çavkaniyên herêmî yên ji Efrînê diyar kirin ku îro çeteyên bi navê Cebhe El-Şemiye girê dîrokî ya herêma "Bîra Til" kolandin.

Çeteyan nehiştin ku şêniyên gundên derdora herêma "Bîra Til" mîna Şîtka, Kaxirê û Husê nêzî li cihê kolandinê bibin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan di kolandinê de alavên mezin di nav de du tireksan bi kar tînin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din