Çeteyên dagirker 2 şênî li gundê El-Erîde yê Eyn Îsa kuştin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 şêniyên ji gundê El-Erîde yê bakurê Eyn Îsa kuştin.

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra 2 şêniyên ji gundê El-Erîde yê bakurê Eyn Îsa yên bi navên Mehmûd Zahêr (60) û Berho Elo (65) kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Dibiş ê di navbera navçeya Zirgan û Dirbêsiyê de 3 sivîl kuştin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din