Çeteyên artêşa Tirk li Bilbilê goran dikolin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gorên li goristana gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê kolandin.

Heta goristan jî ji binpêkirinên çeteyên dewşeta Tirk ku ne li gorî pîvanên exlaq û ne jî li gorî ol û baweriyan tev digerin, nefilitîn.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk li gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê gorên miriyan dikolin û li şûnwaran digerin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din