Çeteyekî ku hewl da kesekî qetil bike, hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyekî DAIŞ ku hewl da niştecihekî kampa Holê qetil bike, girt.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye parvekirin, hêzên ewlekariyê çeteyekî DAIŞʹê ku hewl da li kampa Holê kesekî qetil bike, girt.

Di nûçeyê de hate gotin, çete hewl da bi demançeyeke bêdeng niştecihekî kampê qetil bike.

ANHA


Mijarên Din