Çeteyan êrişî gundiyan kir: Jinek û zarokek birîndar bûn

Şêniyên gundê Toxaza Mezin ji ber ku çeteyan li keçeke ji gund dabû, xwepêşandanek li dar xist. Çeteyan êrişî şêniyên gund kir û di encama wê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Çavkaniyên ji gundê Toxaza Mezin ê li bakurê rojhilatê bajarê Minbicê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kiriye, diyar kir ku hejmarek ji çeteyan li keçeke ji gund da.

Çavkaniyan got şêniyan li dijî kiryarên çeteyan xwepêşandanek li dar xist, agir bi baregeheke çeteyan a li gund xist û çeteyan gule ber bi şêniyan ve berdan û di encama wê de jinek û zarokek birîndar bûn. Çavkaniyan desntîşan kir ku rewşa li herêmê aloztir dibe, bi taybet piştî gulebarankirina xwepêşandêran.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku ji ber gulebarana çeteyên dewleta Tirk zeviyên nêzî cihê bûyerê şewitîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din