Çeteyan li Şêrawa ciwanek revand

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê duh ciwanê bi navê Şiyar Nezmî Hemû yê ji şêniyên navçeya Şêrawa revand û li beramberî serbestberdana wî fidye ji malbata wî xwest.

Çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Şiyar Nezmî Hemo yê ji gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrawa revand.

Çavkanî tekez kir ku çeteyan li beramberî serbestberdana Şiyar Nezmî Hemo ku duh hatiye revandin, 15 hezar dolar ji malbata wî xwest.

(bx)

ANHA


Mijarên Din