​​​​​​​Çeteyan li Serêkaniyên êrişî sivîlan kirin: Birîndar hene

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Elok ê rojhilatê bajarê gule li sivîlan reşandin. Çavkaniyan gotin ji ber gulebaranê sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, şêniyên gundê Elok ê 10 km dikeve rojhilatê bajarê Serêkaniyê li djiî kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bertek nîşan dan.

Çakaniyan diyar kirin çeteyên artêşa Tirk a dagirker motorsîktêkekî sivîleke dizîn û li hemberî wê şêniyan bertek nîşan dan.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan gule raste rast li sivîlan reşandin, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn ku hejmara wan nehat naskirin. Her wiha diyar kirin ku birîndarên rewşên wan giran derbasî Tirkiyê hatin kirin û yên din rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.

ANHA


Mijarên Din