Çeteyan li gundewarê Eyn Îsayê derbeyên giran xwarin

Hêzên Sûriye Demkratîk li gundên Metras û Menkeliyê yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê du çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di encamê de du panzer rûxandina û gelek çete kuştin.

Li gundê Metras ê 2 km  dikeve rojavayê bajarê Eyn Îsayê başurê rêya navdewletî şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk çalakiyek bi bandor pêk anî. Di encamê de du parnzêrên çeteyan rûxand û gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gundê Menkeliyê QSD`ê tu panzerên artêşa Tirk a dagirker rûxand û hejmarek çete kuşt.

Ji aliyekî din ve Hêzên Sûriye Demokratîk hewldana derbasbûna çeteyan ji gundê Xirbet Faris ê girêdayî Eyn Îsayê şikand. Di encamê de şerên dijwar bi çeteyan re derket û QSD`ê erebeyek bombebarkirî ku çeteyan hewl didan pê êrîş bikin rûxand.

(şx)

ANHA


Mijarên Din