Çeteyan li Girê Spî êrişî sivîlan kirin: 4 kes birîndar bûn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Sukeriyê yê Girê Spî êrişî sivîlan kir, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan xwecihî dan, çeteyên bi navê Feyleq El-Şam ya girêdyaî dewleta Tirk a dagirker li gundê Sukeriyê yê rojavayê Girê Spî xwestin pezên sivîlan bidizin.

Dema şêniyên gundê hewl dan bersiva hewldanê bidin, çeteyan jî gule û bomeyên destan li şêniyan reşandin, piştere reviyan.

Hate diyarkirin ku 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Wetanî ya Girê Spî.

ANHA


Mijarên Din