Çeteyan li Efrînê welatiyek kuşt

Çeteyên Ehrar El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji Efrînê kuşt.

Çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku duh welatiyek ji bajarê Efrînê ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şam ve li pêşiya mala wî hate kuştin. Her wiha diyar kir ku nasnameya welatiyê hate kuştin, hîn nehatiye diyarkirin.

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adara 2018`an ve Efrîn dagir kiriye, kuştin, revandin û tecawiz bi awayekî rojane li bajar pêk tên.

(bx)

ANHA


Mijarên Din