Çeteyan li Efrînê bi dehan dar birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê ya Efrînê bi dehan darên zeytûnan birîn û ezîngên wê difroşin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê û xwazeya wê didomînin.

Çavkaniyên xwecihî ji ANHA‘yê re diyar kirin ku çeteyên "Siqûr El-Şam" a girêdayî dewleta Tirk a dagirker îro li gundê Qizilpaş ê navçeya Bilbilê bi dehan darên zeytûnan ên temem mezin birin.

Çavkaniyan diyar kirin ku çete ezîngên darên birîne difroşin.

ANHA


Mijarên Din