Çeteyan li Efrînê 9 sivîl revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li kantona Efrînê 9 sivîlên din revandin û birin cihekî ne diyar.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên der mirovî li dijî şêniyên Efrînê didomînin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin çeteyên duh 4 sivîl ji gundê Erebê Şêxo yê navçeya Mabatayê revandin. Navên kesên hatin revandin nehatin zanîn.

Li navçeya Şerayê jî çeteyên dagirkeriyê 4 sivîl ji gundê Gemrok revandin. Navên kesên hatine revandin ev in; "Ebdo Henan, Hesen Şêxo, Hisên Arif) û kesên din navî wî nehat naskirin, lê tê gotin ku kurekî mixtarê gund e.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyan sivîlê bi navê Mihemed El-Hemok revandin.

Çeteyan kesên revandin birin cihekî ne diyar.

ANHA


Mijarên Din