Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên der mirovî li Efrînê didomînin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane çeteyên artêşa Tirk a dagirker îro li gundê Alî Kera yê navçeya Bilbilê bi dehan kes revandin. Ji kesên hatine revandin navê 6 kesan wiha ne: Mesûd Abdulrehman Hisên, Xelîl Abdulrehman Hisên, Mihemed Xelîl Hisên, Mihemed Adnan Mihemed, Mihemed Reşîd Hisên û Cemîl Seyid Mihemed.
Hate diyarkirin ku çeteyan li gundê Abidana yê navçeya Bilbilê 3 welatiyên sivîl revandine û du kesan hatin naskirin; navên Ebdo Elî Îbrahîm û Xelîl Yaqûb Mamo.
ANHA