Çeteyan duh li Efrînê 10 welatî revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh 10 welatiyên Efrînê ku 7 jê jin in, ji şêniyên gundê Dêr Sewan ê girêdayî navçeya Şera revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyên herêmî ji navenda Efrînê ji ajansa me diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh 10 welatiyên gundê Dêr Sewan ê girêdayî navçeya Şerayê revandin.

Çavkaniyan tekez kir ku di nav kesên revandî de 7 jin hene û çeteyan ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyan navê nkesên hatine revandin ji ajansa me re diyar kirin: Nebîh Xelîl Ecîlî (55), hevjîna welatiyê bi navê Horo Menan Osman, Letîfa (35), Molîda Abdullrehman Xelîl, Wîdad Weqas, Emîra Şihîme, Edhem Umer Mecîd û dayika Fehîma (50), Hesen Ehmed Camo û dayika wî Zeyneb (37).

Tê zanîn ku di nava 2 rojên derbasbûyî de çeteyên artêşa Tirk zêdetirî 30 welatiyên Efrînê revandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din