Çeteyê ku Înterpol wî dixwaze, di destê QSD’ê de ye

Xetertirîn çeteyên DAIŞ`î yê siwêsrî mîna ku dazgehên çapemeniyê yên cîhan û Siwêsreyê wesifandine di destê QSD`ê de ye. Ajansa me karî xwe bighîne wan çeteyan û tevlîbûna wan a DAIŞ’ê heya kêliya girtinê eşkere bike.

Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê ya girêdayî QSD`ê, çeteyê DAIŞ’î yê bi navê Daniel Demage (ku di nava DAIŞ’ê de wek Ebû Ilyas El- Siwêsrî tê nasîn) , di Hezîranê de dema hewl dida jina xwe ya Cezayirî ku nasnameya Firanseyê pê re heye birevîne,  girt.

Li gorî Daniel Demage ji ajansa me re gotiye ew nasnameya Ispanyayê jî radike. Bi rêya hevalekî xwe li Siwêsrayê di sala 2015`an de DAIŞ`ê nas dike û di 5`ê Gulana heman salê de beşdarî DAIŞ’ê dibe.

Beriya ku beşdarî DAIŞ`ê bibeDaniel Demage yê xiristyan bû, lê ew dibêje piştî xîtaba serokê El-Qaîde Ebû Bekir El-Bexdadî piştî ku çeteyan parêzgeha Musilê ya Iraqê dagir dikin, dibe misilman.

Rêwîtiya Daniel Demage ji Siwêsra di 21`ê Nîsana 2015`an de destpê dike. Destpêkê tevî hevalê xwe bi rêya balefirê diçin bajarê ku ji dilê çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî nêz e yanî Stenbolê.

Daniel Demage ku ji zanîngeha endezeya avahîsaziyê derçûye dibêje: "Heta du hefteyan ez di otêleka li bajarê Stenbolê mam. Polîsên Tirkiyê jî tiştek pê nekirine.” 

Daniel Demage ji sala 2016’an ve ji aliyê Înterpolê ve tê xwestin. Demage dibêje ew bi hêsanî ji Stembolê bi otobûsê çûye Rihayê û ji wir jî hatiye Sûriyê.

Li gorî dazgehên çapemeniyê yên cîhanî, di nav lîsteya Inertpolê de 173 DAIŞ`ê têne xwestin. Di nav de 6 kes Ewrupî ne û Demage jî yek ji wan e.

Dazgehên çapemeniyê dibêjin, Demage tevî komek çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê dest danîn ser saziyek fermî da ku belgeyan berovajî bikin. Vê saziyê çeteyek bi paseportek sexte bi navê El-Esarih Mehmûd Şêx şandin lê di Tirkiyê de hate girtin.

73 siwêsrî beşdarî DAIŞ`ê bûne, di nav de  Demage jî hebû. Ji vane 23 hatin kuştin, 16 jî vegerîn welatê xwe û çaranûsa yên din ne diyar e. li Siwêsrayê karta lêpirsînê li ser Demage heye.

Li gorî dazgehên çapemeniyê û lêpirsîna Buroya Lêpirsînên Federalî ya Emerîkî, Demage li ser pêkanîna êrîşan bi rêya erebeyên bombebarkirî hatiye perwerdekirin û di vî warî de pispor e.

Heman demê de hewl dida siwêsriyan tevlî  DAIŞ`ê bike û du ji wan li Tirkiyê hatin girtin.

Çaranûsa Demage nedihat zanîn. Dihat texmînkirin ku yan li Sûriyê yan jî li Iraqê be. Di 2018`an de diyar bû ku Demage nehatiye kuştin û metirsî hebû ku ew ê vegere Siwêsrayê.

Di Sûriyê de çeteyê Siwêsrî heta 6 mehên domdar tevlî  perwerdeya leşkerî dibe.

Demage îdea dike ku ew di 2015’an de li nêzî balafirgeha Kiwêrsê ya leşkerî li başûr rojhilatê Helebê tevlî şerên li dijî rejîma Sûriyê bûye. Di encam de ji lingê xwe yê rastê birîndar bûye.

Demage dibêje: "Ji bo dermankirinê ez çûm Musilê. Piştre vegeriyam Sûriyê û li wir heya sê mehan bi awayekî ji ber çavên DAIŞ`ê veşartî,  li bajarê Babê mam.”

Piştî Babê Demage dîsa vedigere nav çeteyên DAIŞ`ê û li Hemayê tevlî dewreya sekvaniyê dibe. Demage bi jineke ji Cezayirê re ku nasnameya Firansayê pê re heye li herêma Meyadînê li parêzgeha Dêrazorê dizewice.

Piştre di nav “mêvanxaneya xwişkan” de dixebite. Ew jî hevjînên çeteyên ku di şeran de hatine kuştin in.

Dema QSD dest bi pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê dike, Demage ber bi gundê Baxozê ve direve û piştî ku DAIŞ Ii wir tengav dibe direve herêmeke din a Sûriyê.

Demage li herêma Ezazê ji hêla çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve tê girtin.

Piştî 6 mehan, jê du mehan di girtîgeha tekekesî de dimîne. Çete Demage li beramberî 5 hezar dolar di dawiya 2018`an de tevî ku koma Sultan Murad dizanin ew çeteyê DAIŞ`ê ye, serbest berdidin.

Demage dibêje: "Dayîka min pere ji min re rêdikirin. Çeteyên Sultan Murad di destpêkê de 25 hezar dolar ji min xwestin. Lê tenê 5 hezar dolar bi min re hebû. Piştî wê min serbest berdan."

Tirkiyê dema gelek bajarên  bakur û rojavayê Sûriyê dagir kirin, îdia kir ku ew diwaxe wan bajaran ji DAIŞ`ê rizgar bike û komên çeteyan ên ku tevlî dewleta Tirk bûne tu têkîliyên wê bi DAIŞ`ê re tune ne.

Piştî ku serbest tê berdan, Demage hewl dide vegere herêmên QSD`ê da ku jina xwe ku di nav kampa Holê de birevîne derveyî Sûriyê.

Dema Demage diçe cem jina xwe Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê di operasyonekê de wî digirin.

Demage wiha bersîv da pirsa nûçegihanê me ya girêdayî cih yan jî welatê ku dixwaze tê de bijî: wek daxwaza hemû çeteyan, Tirkiye bû.

Tercîha çeteyê DAIŞ`ê ji bo vegera Tirkiyê gelek pirsnîşanan li dora îdiayên Tirkiyê girêdayî şerê DAIŞ`ê kom dike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din