Çete zeviyan dişewitînin û metirsiyên gel hene

Ji 4 rojan ve dewleta Tirk û çeteyên wê erdên çandiniyê yên gundewarên rojava û bakurê Til Temirê dişewitînin. şêniyên gundê Til Tewîl jî ji ber şewitandina zeviyên xwe ku di eniyên şer de ne, metirsîdar in.

Ji 4 rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, zeviyên li gundewarên rojava û bakurê navçeya Til Temirê dişewitînin.

Duh çeteyan erdên gundên Menacîr û Ehras ên rojhilat û başurê Serêkaniyê û gundên Lîlan û Dibse yên li navçeya Til Temirê şewitandin.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA’yê re ragihand ku ji ber şewata li wan gundan, zêdetirî 15 hezar donim ji zeviyên genim û ceh şewitîn.

Şêniyên li gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê yên bi ser eniyên şer ve li ser şewata mewsima xwe metirsîdar in. Şêniyê bi navê Mensûr Îsa yê ji gundê Til Tewîl ê girêdayî Til Temirê yê nêzî eniya şer got ew wek sivîl bi sedema gefên şewatê li dijî berhemên wan ên çandiniyê ku qûta jiyana wan e, metirsîdar in.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/05/19/114025_100528_tiltemir-siwat-e280ab28129e280ac.jpg

Îsa diyar kir ku çete bi mebest zeviyên wan dişewitînin û wiha pê de çû: "Ger şewat gihaşt zeviyên me jî, em nikarin wan ji şewatê xilas bikin."

Îsa bang li hemû aliyên têkildar kir ku piştgiriyê bidin wan ji ber ku şêniyên gund debara xwe  tenê bi çandiniyê dikin. Îsa piştrast kir ku ji hefteykê ve çeteyên dewleta Tirk zeviyên gundewarên Til Temirê û Serêkaniyê dişewitînin.

ANHA


Mijarên Din