Çete li Efrînê sivîlan bi traktoran ve girê didin û îşkenceyê lê dikin

Dagirkeriya Tirkiyê der heqê sivîlan de li Efrînê rojane binpêkirinên hovane pêk tîne. Niha jî sivîlan bi traktoran ve girê didin û îşkenceyê lê dikin.

Kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ji revandina sivîlên Efrînê re, îşkencekirin û daxwaza  fidyeyan didome.

Çavkaniyên herêmî yên li Efrînê diyar kir ku berî du rojan komek ji sivîlên ji gund û navçeyên Efrînê ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve hatine revandin, her wiha çeteyan ji navçeya Şiyê jî Beyrem Abdo Kalo û malbata Bekir Heyder revandin û ew birin cihekî nediyar. 

Têkildarî mijarê çeteyan dan û standineke dermirovî bi sivîlê bi navê Alî Hebeş û gelek kesên din re kir, di vê derbarê de tu agahî der heqê van kesan de nehatine bidestxistin, tenê çeteyan sivîl bi traktoran ve girê dan û îşkence kirin, paşê ew avêtin çolê û rê nedan şêniyan ku nêzî wan bibin.

Çeteyan her wiha li gundê Arabê yê girêdayî navçeya Mabeta jî sivîl revandin û beramberî serbestberdana wan 150 hezar xwestin. Kesên ku hatine revandin ev in: Alî Henîf, Firay Arif, Mistefa Şikrî û Fîras Arif. Di heman demê de jî welatiyê bi navê Abdulrehman Gêlo ku ji navçeya Şiyê revand û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Têkildarî mijara revandin û kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyê koçberkirina sivîlan ji malên wan û bicihkirina malbatên çeteyan di malên şêniyan de, bi taybet li navçeya Şiyê berdewam e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din