Çete darên li navçeya Mabata dibirin

Ev 15 roj e çeteyên dagirkeriya Tirkiyê darên li çiyayê Kor Xelo yê li gundê Xezyana yê li navçeya Mabata dibirin û wek êzing li sûkan difiroşin.

Çavkaniyekî herêmî ji ANHA`yê re ragihand ku Tûgaya 112’an a Ehfad Resûl bi serkêşiya çete Ebû Hesen, darên li çiyayê Kor Xelo yê li gundê Xezyana yê li navçeya Mabata birîn.

Çavkanî got çeteyan nehişt şênî nêzî çiyayê Kor Xelo bibin û gulan li kesên ku nêz dibin direşînin. Her wiha destnîşan kir ku çete daran dikin êzing û li sûkan difiroşin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê beriya 2 rojan zêdetirî 200 darên zeytûnê li gundê Metîna yê navçeya Şera ya kantona Efrînê şewitandin.

ANHA

 


Mijarên Din