Çete çima dixwazin Şergirakê dagir bikin?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra hewl didin gundê Şergirak û depoyên genim ên girêdayî wê dagir bikin. Ji ber wê rojan e bi dijwarî êrişî Şergirak û gundên derdorê wê dikin, gelo çete çima dixwazin gund û depoyên wê dagir bikin?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê El-Nusra û DAIŞ êrişên giran bi ser gundê Şergirak û depoyên genim de tînin. Atrêşa Tirk gundê Goremaz wek baregeheke bingehîn ji bo êrişên xwe bikar tîne. Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) jî mafê parastina rawa bikar tîne û bersiva êrişan dide.

Girîngiya stratejîk a gundê Şergirak

Gundê Şergirak xwedî cihekî stratejîk ê girîng e, ji ber li başûrê navenda bajarê Girê Spî û bakurê navçeya Eyn Îsa yê dikeve. Di heman demê de li çatrêya rêya ku diçe bajarê Girê Spî û li ser rêya navdewletî M4 ya digihe herêmên Cizîrê, Firatê û herêmên din yê hundirê Suriyê ye. Ji ber wê dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên pir giran bi ser gund de tînin û hewl didin dagir bikin.

ji ber girîngiya stratejîk a gund artêşa Tirk dixwaze bi dest bixe û li gundên Goremaz û Redîne û derdorê gundê Şergirak bi cih dibe û wek baregehên leşkerî ji bo êrişên xwe bikar tîne.

ji destpêka êrişên dagirkeriyê li ser herêmê, balafirên Tirkiyê depoyên genim ên zêdetirî 50 hezar ton genim tê de heye, bombebaran  dike. Di encama topbarana bê navber de beşekî mezin ji genimê ji bo madeya nan hatiye depokirin, xirab bû.

Çavkaniyên ji gundên derdorê gotin ku zêdetirî 200 çeteyên ku bi wan re 6 erebe û panzêrên leşkerî hebûn li derdorê gundê Şorgirakê kom bûn û gundiyên li gundên derdorê dorpêç kirin.

 Di hewldaneke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ku nêzî Şergirakê bibin, di seatên sibehê yên îro de gund topbaran kirin.

Hemû hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo dagirkirna gund û depoyên wê heta niha vala derketin.

ANHA


Mijarên Din