Çete bi hev ketin, 2 sivîl birîndar bûn

Ji ber şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk ên li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê, 2 sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyan ragihand ku şer di navbera çeteyên Ceyş El-Wetenî û koma Elaa Xizmê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de li bajarê Babê rû da. Çavkaniyan tekez kir ku şer li taxan û bi taybet li Kolana Kornîş pêk tê.

Her wiha çavkaniyan got 2 sivîl di şerê li kolanan di navbera komên çete de birîndar bûn, di wêneyên ku gihaştin ANHA’yê de zirarên ku sivîlan dîtin, diyar dibin. Navên birîndaran nehatin zanîn.

Şer hîna li bajar rû dide. Agahî hene ku qurbanî di nav sivîlan de pêk hatine.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de tevliheviya ewlehiyê roj bi roj zêdetir dibe.

ANHA


Mijarên Din