Çete agir berdidin zeviyên gundên Til Temirê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên çend gundên Til Temirê xist û tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê şewatê lê çeteyan tîmên agirkujiyê gulebaran kirin û nehişt şewat bê vemirandin.

Di van kêliyan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên derdora gundên Lêlan, Ûm El-Xêr û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê xist. Şewata li nav zeviyan heta niha jî berdewam dike.

Hêzên agirkuj ji bo vemirandina şewatê berê xwe da cihê bûyerê lê belê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin gulebarankirin.

ANHA


Mijarên Din