Çerkez çand û mîrateya xwe diparêzin

Piştî paşguhkirin û helandinê, şêniyên pêkhateya Çerkez li bajarê Minbicê, bi rêya çalakî û xebatên çandî yên bi serkêşiya Komeleya Çerkezan û bi piştevaniya yekser ji Rêveberiya Sivîl a Minbicê çand û mîrateya xwe zindî dikin.

Çerkez ji demeke dirêj de li herêma bakurê Qafqasyayê ya başûrê Rûsyayê bi cih bûbûn û li çiyayên bilind û deştên kesk ji deryaya Qezwîn heta Deryaya Reş serwer bûn. Di encama polîtîkayên mêtingeriyê yên bi armanca gihaştina deryayên germ ku Rûsyayê li welatê wan li dar xistine, gelê Çerkez neçar ma ku ji welatê xwe derkeve û li deverên cîhanê mîna Sûriye, Urdun, Filistîn û Iraqê belav bûn.

Li Sûriyê jî pêkhateyê Çerkez mîna pêkhateyên din ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû înkarkirin û pişaftin. Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, derfet ji hemû pêkhateyên Sûriyê re çêbû ku hebûn û nasnameya xwe diyar bikin û çand û mîrateya xwe vejînin. Gelek komeleyên çandî yên geşkirina çanda van pêkhateyan hatin damezirandin.

Di hefteya borî de, Komeleya Çerkezan li Minbicê pêşangeheke çandê hate vekirin ku tê de alavên keleporî yên kevnar ên çanda Çerkezan tên pêşandan.

Hevseroka Komeleya Çerkezan li Minbicê Hind Daxistanî li ser armanc û girîngiya pêşangehê, vejandin û geşkirina mîrateya Çerkezan axivî.

Hind Daxistanî got ji 800 şêniyên pêkhateya Çerkez ên ku di dîrokên cihê de, bi taybet di sedsala 19’an de koçberî bajarên Sûriyê bûn, nêzî 150 malbat li Minbicê dimînin. Di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê de li bajêr gelek koçber bûn.

Hind bal kişand ser ku pêkhateya Çerkez ji nifşekî heta bi nifşekî çanda xwe parast û wiha anî ziman: "Çand ji hêla malbatan ve hat parastin. Di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê li ser bajêr de ew çand ji ber girîngiya xwe li gel wan veşartî ma."

Di berdewama axaftina xwe de Hind raber kir ku li gorî derfetên xwe çanda xwe parastin, lê belê bi taybet di serdema serweriya çeteyên DAIŞ’ê de, hin mîrateyên xwe winda kirin.

Hind Daxistanî îşaret bi pêşangeha çanda Çerkezan û rola wê di parastina mîrate û gihandina nifşên nû de kir û ji boRêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên Wê der barê keda li ser girîngiya çand û mîrateya Çerkezan de daye, spas kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din