Cendirmeyên dewleta Tirk jinek kuşt, 2 jî birîndar kirin

Cendirmeyên dewleta Tirk êrîş bire ser kampa Helebê ya nêzî bajarokê Dergûşa yê li ser xeta sînor, di encamê de jinek hate qetilkirin.

Cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker kampa Helebê ya nêzî bajarokê Dergûş ê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê kir hedef. Di encamê de jinek hate kuştin.

Hate ragihandin cendirmeyên du jinên din dema hewl didan derbasî Tirkiyê bibin gulebaran kirin. Herdu jin birîndar bûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji destpêka şoreşa Sûriyê ve hejmara sivîlên ku ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine qetilkirin derketiya 431kesî, di nav de 77 zarokên in û 41 jin ku temenên wan jêrî 18 salî ye.

ANHA


Mijarên Din