​​​​​​​Çend kêliyên ji Berxwedana Serdemê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 20’ê Çileya 2018’an di nava 58 rojan de bi teknîka herî pêşketî êrişên hovane birin ser kantona Efrînê. Lê ya ku derket pêş û bala tevahî cîhanê kişand berxwedana gel a ku li wir hate meşandin, Berxwedana Serdemê bû.

Emîna Silêman 45 salî ye, ji sala 2012‘an ve wekî endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê dixebite. Emîna beşdarî berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bû. Roleke mezin di parastina sivîlan û peydakirina pêwîstiyên wan de lîst.

Emîna şahidiya bûyerên ku di nava 58 rojan de rûdan, ji qonaxa yekem a berxwedana kantona Efrînê vegot. Emîna  dibêje: "Heta 20‘ê Çileya 2018‘an em li Efrînê di nava aramî û aştiyê de dijiyan. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan balafirên şer êrişî kantona Efrînê kirin. Di wê şevekê de tu kesî ji şêniyên Efrînê xew nekir, cara yekê bû ku bi awayek hoven êrişî wan kirin."

Emîna komkujiya ku di 8‘ê Adarê de li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê li pêşiya çavê wê qewimî wiha bi bîr tîne: "Di 8‘ê Adarê de taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bomebardûman kirin. Di encamê de ji malbatekî 3 zarok şehîd bûn, zarokek keç 15 salî benda wê parçe parçe bibû. Zarokekî kur ê 14 salî û yekî din bi navê Ferhad 11 salî, parçeyên laşên wan belavî derdorê bibûn."

Emîna diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk gelek dijwar bûn, gihaşt wê astê ku tu kesî nedikarî cenazeyan ji erde, yan jî ji bin înqazan rakin. Emîna wiha pê de çû: "Rojekê êrişî gundê Tirindê yê nêzî bajarê Efrînê kirin. Di encamê de welatiyekî lal şehîd bû, cenazeyî wî du rojan li erdê ma heta hate rakirin."

Emîna bal kişand ser rola jinan a di berxwedanê de û got: “Wekî jin em ji bo her alîkariyê di nava bajarê de amade bûn. Me di nava taxan de bendên parastinê danîn da ku taxan ji hewldanên şaneyên veşartî biparêzin. Jinên bi temen ku tememên hinekan digihaşt 70 salî, xwarin ji şervanan re amade dikirin. Li bajarê Efrînê jêzemîn (qebû) hene. Me ew jêrzemînên ku têra 2 hezar kesî dikir paqij kirin ku sivîlan tê de bicih bikin. Piştre artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanebûn deverên aktîv topbaran kirin, di encamê de av li ser bajarê Efrînê qut bû. Me bi sarîcan av û mazot li hemû malan belav dikir. Me mazot li malên xwedî bîr belav dikin, xwediyên bîran av li cîranan, xizmên xwe û hemû kesên bi hewcedarî avê belav dikirin."

Emîna li ser berxwedana Efrînê ev tişt anî ziman: "Şêniyên Efrînê derketina ji bajêr red dikirin. Gelek sivîl şehîd bûn, lê rexmî vê yekê me derketin red kir û di berxwedanê de bi israr bûn. Berxwedaneke mezin hate meşandin. Em neçar man ku du rojan govekê de bimînin. Lê me nedipejirand ku em ji Efrînê derbikevin.”

Emîna piştgiriya pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyê bi berxwedana Efrînê re bi bîr anî: "Bi hezaran kes ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê hatin Efrînê. Dema şande ji Cizîrê gihaşt bi hezaran xelkê Efrînê çûn pêşwaziyê. Şandeyê serferaziya xwe bi berxwedana Efrînê re anî ziman, rexmî gelek windahî û qurbaniyan em bi yekîtiya gelan û sekna wan a li hemberî dagirkeriyê kêfxweş û serbilind bûn."

Emîna hêvî dike ku Efrînê di demeke nêzîk de rizgar bibe da ku şênî vegerin xaka we û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku li Efrînê rû da îsbat dike ku dijmin ji me ditirse, lewra hewl da bi rêbazên herî hovane me qir bike û koçber bike. Lê tevî hemû azar û rewşa dijwar em berxwedanê didomînin û hêviya me mezin e ku Efrînê bi hêza zendên zarên wê rizgar bibe."

ANHA


Mijarên Din