Cenazeyên şehîd Ziryan û Hesan spartin axê

Şêniyên herêma Dêrîkê û navçeyên wê cenazeyên şehîd Ziryan Cûdî û Hesan Rebî li Goristana Şehîd Xebat a Dêrik veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Koçerat, Berav, navçeya Girkê Legê û herêma Berav li pêş nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn ku cenazeyên şehîdên Ziryan Cûdî bi rastnav Rojan Şewanî û Hesan Rebî yên ku di erka leşkerî de şehîd bûbûn, wergirin.

Karwan ji pêş nexweşxaneya Şehîd Hogir ve dest pê kir û ber bi sûka navendî û piştre ber bi Goristana Şehîd Xebat ve kete rê.

Di dema gihaştina goristanê de hevalên her du şehîan cenazeyên wan hilgirtin û ber bi qada goristanê ve birin. Her wiha merasîm bi toranke leşkerî ji hêla YPG û YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre Fermandarê YPJ Kurdistan Xêrkê axivî û sersaxiya malbata şehîd û hevalên wan şervan kir.

Kurdistan wiha domand: "Şehîd Ziryan Cûdî piştî fikir, felsefeya neteweya demokratîk û tecrûbeya jinan di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nas kir, tev li YPJ’ê bû. Zihniyeta mêrdestiyê ya ku pergalên desthilatê û kevneşopên paşverû yên li ser jinê qebûl nedikir. Şehîd Ziryan ji Başurê Kurdistanê ye. Piştî naskirina fikir û felsefeya rêbertî tev li şoreşa Rojava bû da ku parastina azadiya gelan û destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan bi dest ketine biparêze. Heta tev li karwan şehîdên azadiyê bû, li ber xwe da û li ser soza xwe bû."

Ji aliyê xwe ve jî bi navê Meclisa Malbatên Şehîdên Til Koçerê Hewas Miflêh sersaxiya tevahî pêkhateyên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha anî ziman: "Keda rizgarkirina herêm û kêfxweşbûna bi azadî, aştî û biratiya gelan vedigere li ser pêşkêşkirina gelên herêmê biha û erzan di rêya biratiya gelan û felsefeya fîlozofê navneteweyî Abdullah Ocalan a ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine yek e."

Piştî axaftin bi dawî bûn. wesîqeya her du şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hatin xwendin radestî malbatan wan kirin. Wan jî soza şopandina rêya şehîdan da û gotin dê li hember gefên Tirkiyê heta pêkanîna xewn û armancên şehîdan, bisekinin.

Di nava tilîliyên dayik û diruşmên silavkirina şehîdan de cenazeyê şehîd Ziryan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin. Her wiha cenazeyê şehîd Hesan Rebî li Goristana Şehîdan a li Til Koçerê hat veşartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din