Cenazeyên bi dehan kuştiyên çeteyan li Efrîn û Ezazê hatin veşartin

Li gorî agahiyan cenazeyê bi dehan çeteyên ku di şerê li Serêkaniyê de hatin kuştin li Efrîn û Ezazê hatin definkirin.

Çavkaniyên xwecihî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîn û herêma Ezazê ya gundewarê bakurê Helebê cenazeyê diyar kirin ku cenazeyê dehan çeteyên Cebha El-Şamiyê yên ku şerê li Serêkaniyê de hatin kuştin, li gundên Ezaz û Efrînê hatin veşartin.

Li gorî heman çavkaniyan gelek cenaze li navçeya Mabata û gundê Badîa yê girêdayî wê, gundê Qetma yê navçeya Şerayê û deverên din ên herêma Ezazê hatin veşartin.

ANHA


Mijarên Din