​​​​​​​Cenazeyê zarokekî darvekirî li Reqayê hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê, îro piştî nîvro cenazeyê zarokekî ku deh sal derbas nake, darvekirî li avahiyeke kevil li rex Parka Sêgoşe ya li nêzî nexweşxaneya Tib a Nûjen a bajêr dît.

Zarokê bi navê Xelef El-Misreb duh êvarê ji malê xwe ya li taxa Ferdos derket û venegeriya mal. Îro darvekirî li avahiyeke kavil li rex Parka Sêgoşe ya li nêzî nexweşxaneya Tib a Nûjen a li bajêr hate dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bûn û hema yekser dest bi lêpirsînê kir da ku deteyên bûyerê nas bikin. Li aliyekî din cenazeyê zarok ji hêla tiba edlî ve tê kontrolkirin da ku sedemên wefatê werin naskirin.

Heta niha tu agahiyên girêdayî deteyên bûyerê nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din