Cenazeyê şehîdekî û 3 birîndarên gundê El-Ragi gihaştin nexweşxaneyên Reqayê

Beriya vê kêliyê şehîdek û sê birîndarên gundê El-Rafi yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine topbarankirin gihaştin nexweşxaneyên bajarê Reqayê. Birîndar dibêjin Artêşa Tirk a dagirker topavêjan li dijî me bi kar tînin. gelek sivîl şehîd bûne.

Hîna hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. di encamê de gelek sivîl di nav de jin û zarok şehîd dikevin.

Îro artêşa Tirk a dagirker gundê El-Rafi yê di navbera navçeya Eyn Îsa û bajarokê El-Çelebiyê de li gundewarê kantona Girê Spî topbaran kir.

Di encamê de gelek sivîl şehîd  û birîndar bûn. Beriya vê kêliyê şehîdek û sê birîndarên gundê gihaştin nexweşxaneyên bajarê Reqayê û rewşa hinekan krîtîk e.

Navê sivîlê ku şehîd bûye Ehmed El-Ebdo yê 35 salî û bavê 4 zarokan e.

Navên birîndaran jî ev in: zaroka bi navê Meryem Abdullah El-Cûrî (14) rewşa wê krîtîk e. Şêniyê bi navê Hemû El-Ebid (34) û bavê du zarokan niha ew tê dermankirin, şêniya bi navê Yesmîn El-Elî(33) rewşa wê jî krîtîk e.

Şêniyê birîndar bi navê Ehmed El-Hemûd El-Ebid got ji ajansa me re axivî û got: "Em li mal bûn dema top li ser serê me ketin. Dema em derketin jî artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topavêjên giran me kirin hedef û gelek sivîl şehîd bûn. Dema min hewl da alîkariya berîndarekî bikin bi guleya sekvaniyê ez di milê xwe yê rastê de birîndar bûm."

Ehmed destnîşan kirk u gelek şehîd û birîndar di nexweşxaneyên Eyn Îsayê de ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din