Cenazeyê şehîdê YPG‘ê  Mazdek Ararat li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Omer Bagcî (Mazdek Ararat) ê dema erka xwe pêk dianî şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Kobanê, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser, şervanên YPG, YPJ û nûnerên saziyên sivîl ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG‘ê Omer Bagcî (Mazdek Ararat) ê dema erka xwe pêk dianî şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê kom bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên YPG dest pê kir. Paşê endama Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê Medya Doz axivî û ev tişt got: "Şehîdên me xwedî fikr, nirx û rumet in, ji bo azadiya gelê xwe destanên efsenewî xêz kirin. Şehîd Mazdek ji wan şehîdan e ên ku mîraseyeke mezin di dilê me de hişt."

Medya soza şopandina rêya şehîdan da.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî jî axivî û  got, ew şehîdekî pir hêja li ber dilê xwe oxir dikin "Şehîd Mazdek têkoşînek dem dirêj demdirêj li Kobanê da meşandin da ku rastiya berxwedana Kobanê û fedekariya şehîdan ji cîhanê re ragihîne."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Şêniyan cenazeyê şehîd di nava sloganan de spartin axê.

ANHA


Mijarên Din