Cenazeyê şehîd Serbest bi merasîmekê hate veşartin

Bi tevlêbûna sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mahsûm Armencî (Serbest Partîzan) li goristana Şehîd Dicleyê hate veşartin.

Sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mahsûm Armencî (Serbest Partîzan) ê dema erka xwe pêk di anî di qezayeke trafîkê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dicleyê spartin axê.

 Kerwanê cenaze bi gihiştina goristanê ji aliyê girseyeke qarebalex ve û gel berzikirina dirûşmên  "Şehîd Namirin" hate pêwazîkirin.

Piştî merasîma leşkerî, ji fermandarên YPG‘ê Dildar Kobanê axivî, behsa têkoşîna şehîd Serbest kir" Ji destpêka şoreşa Rojava ve şehîd Serbest beşdarî gelek pêngavên li dijî komên çete yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û di pêngavan de roleke pêşeng kir. Serkeftinên îro hatine bidestxistin berhemên wan şehîdan e. Em soza xwe ya bi şehîdan re dûbare dikin ku em ê destkeftiyên bi keda wan hatine qezenckirin, biparêzin."

Bi navê Gaziyên Şer ên Kobanê Gulê Serhed axivî, sersaxî ji malbat û hevalên şehîd Serbest re xwest û ev wiha got: "Şehîdan di oxira parastina nirxên gelan û jiyaneke azad de giyanê xwe feda kirine. Şehîd wê nirxên pîroz ên gelan bimînin. Em soz didin ku em ê heta serkeftinê li ser xeta wan bimeşin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şervanan cenazeyê hevalê xwe hilgirtin û bi dirûşmeyan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din