Cenazeyê şehîd Quteybe li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Quteybe El-Enadî (Quteybe) ê dema erka xwe pê dianî, şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawidiyê hate veşartin. Di merasîmê de şehadeta Kanîwar Îbrahîm (Adil) hat eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Quteybe El-Enadî (Quteybe) ji bera Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi kerwanekê ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Dûvre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale û bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Husên Selmo, axivîn. Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina  Sûryeyeke azad a demokratîk ji tevahî pêkhateyên wê re.

Piştre wesîqeya şehîd Quteybe hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta Kanîwar Îbrahîm(Adil) ê ku herêma Xakurkê yê çiyayên Kurdistanê li şehîd bûbû, aşkere kir.

Cenazeyê şehîd Quteybe di nava tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan hate veşartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din