Cenazeyê şehîdê QSD'ê Welat li Kobanê hate veşartin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdê QSD'ê Welat Şaban (Welat Kobanê), li goristana Şehîd Dîcle spart axê.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Welat Şaban (Welat Kobanê) dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî, li bajarê Kobanê şehîd bû. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê îro bi merasîmekê girseyî cenazeyê şehîd Welat li goristana Şehîd Dîcle spart axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Berxwedan û serkeftina me berhemên keda şehîdan e. Dijimên ku em şerê nirxê exlaq û mirovahiyê nas nake. Ji ber vê ji me tê xwestin ku têkoşînê mezin bidin da ku azad û rumeta xwe bidest bixin."

Gêlo Elî anî ziman: "Em deyndarê şehîdan in. Divê em xeta wan bişopînin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Hevalên çekê yê şehîd Welat cenazeyê wî hilgirtin ser milê bû bi diruşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.

ANHA


Mijarên Din