Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Hemze li Tirbespiyê hate veşartin

Bi tevlîbûna sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Macid Umer (Hemze) li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Duguer hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, şervanên QSD û hêzên ewlehiyê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Macid Umer (Hemze) ê di pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li gundewarê Dêrazorê şehîd bibû bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur spartin axê.

Piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê YPG û YPJ‘ê bi navê YPG‘ê Dilbirîn Ferho, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Heyv Hesen, bi navê QSD‘ê Hikmet Hebîb û bi navê malbata şehîd Hemze, Mihemed Xêr Abdullah axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û rola şehîdan a avakirina civakeke azad û demokratîk destnîşan kirin.

Di axaftina fermandarê YPG‘ê Dilbirîn Ferho de hat gotin: " Hevalê me şehîd Hemze ji kesên destpêkê ye ku tevlî şoreşê bû, ew û zarokên xwe tevlî YPG û YPJ‘ê bûn. Di gelek pêngavên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji çeteyên DAIŞ‘ê cih girt. Her wiha di pêngavên li dijî şaneyên veşartî yên li dijî DAIŞ‘ê bû, herî dawî li gundewarên Dêrazorê gihişt asta şehadetê."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din