Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Ceger Amûdê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Ceger Amûdê yê ku li bajarê Dêrikê dema erka xwe pê di anî ji ber temasa elektrîkê şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mehmûd Dêrsim (Ceger Amûdî) ji navenda Heyva Sor a Kurd a navçeyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeya rêzgirtina leşkerî pêk hat. Hevserokê Desteya Karûbarên Şehîdan a Herêma Cizîrê Îdan El-Efînî û bi navê QSD‘ê fermandar Berxwedan Amûdê axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola şehîdan a rizgarkirina gelan destnîşan kirin.

Kesên axivîn soz dan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Nasnameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din