Cenazeyê şehîdê QSD'ê Belek li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şehîdê QSD'ê Hesen Şahîn (Hesen Belek) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hesen Şahîn (Hesen Belek) ê ku li herêma Sirîn dema erka xwe bi cih danî, şehîd bibû, li goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de gerîlayê HPG'ê Xelîl Qewas (Hebûn Girê Spî) yên ji gundê Xerbîstan ê Kobanê ye û li herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê de şehîd bibû hate bîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ebdulrehman Elî Demer axivî û got: "Bi saya şehîdan welat rizgar dibin. Divê gelê me xeta şehîdan bişopînin û nirxên wan biparêzin da ku hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Bi navê tevgera jinan li herêma Firatê Almaz Romî banga tevlêbûna pêngava "Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" kir.

Bi navê malbata şehîd Hebûn Girê Spî, Îsmaîl Qewas axivî û diyar kir ku şehîd ji bo jiyaneke azad û bi rûmet ji gelê xwe re berdêlên giranbuha dane.

Bi navê malbata Hesen Belek, Celal Belek banga parastina deskeftiyên şehîdan kir.

Piştî axaftinana nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Hevalên şehîd ên çekê, cenazayê şehîd Hesen di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê.

ANHA

 


Mijarên Din