Cenazeyê şehîd Mihemed Zuhêr li Tirbespiyê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Zuhêr ê di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû li goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Zuhêr ê di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû li goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Bi navê MSD‘ê Hikmet Hebîb, bi navê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo fermandar Dilbirîn Ferho û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de banga hevgirtina li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk li pêkhateyên herêmê hate kirin. Hate gotin ku tenê hevgirtin dikare rê li ber karesetên mirovî bigire.

Kesên axivîn gotin, çawa bi biratiya gelan DAIŞ‘ê hate şikandin dê êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî têk biçin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din