Cenazeyê şehîd Mahir li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mahir Heleb ku di dema li ser karê ya leşkerî bi krîza dil şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dicle hate veşanrt.

Di merasîma şehîd Mihemed Xelîl (Mahir Heleb) de bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, şervanên YPG û YPJ’ê û Meclisa Leşkerî ya Reqayê, amade bûn.

Gerseya gel li pêş Goristana Şehîd Dicle kom bûn da ku cenazeyê şehîd pêşwaz bikin.

Di dema karwana şehîd gihaşt goristanê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê cenazeyê şehîd di nava tilîliyan de hilgirt û li ser dika merasîmê danîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla Meclisa Leşkerî ya Reqayê ve dest pê kir. Dûvre fermandarê QSD’ê Yekta Kobanê sersaxiya malbata şehîd û hevrêyên wî kir û got: "Şehîd Mahir ji têkoşer û şervanên destpêkê bû ku parastina xak û gel xwe li hember komên çete kir. Her wiha roleke girîng di şerê rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Heta dawiya jiyana xwe li ber xwe da. Li ser vê bingehê, em hêzên leşkerî ji wî û tevahî şehîdan re soza xwe nû dikin ku li ser rêça wan bimeşin û parastina destkeftiyên bi xwîna wan pêk hatin, bikin."

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê Nasir Nesar sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza da ku li ser rêça şehîdan bimeşin heta armancên wan pêk werin.

Piştî axaftinê, wesîqeya şehadetê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiya merasîmê de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê cenazeyê şehîd hilda ser milên xwe û spast axê.

(fr)

ANHA  


Mijarên Din