Cenazeyê şehîd Eyhem li Şedadê hate veşartin

Bi tevlîbûna sedan welatiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Abdullah bi merasîmekê li Goristanan Şehîdên Şedadê hate veşartin.

Şêniyên cenazeyê şervanê  Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Abdullah ê dema li ser erka xwe şehîd bibû, ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi kerwanekî girseyî ber bi Goristana Şehîdên Şedadê ve bi rê ketin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Elî Şedadê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya wan dûbare kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê jî hevserokê meclisê Nacî El-Nicûm jî axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku hêzên wan di şerê xwe yên li dijî şandeyên çeteyan de berdewam in.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din