Cenazeyê şehîd Dilşad bi merasîmeke bi heybet hate veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Dilşad Ebdo bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilşad Ebdo yê 13‘ê Îlonê de dema erka xwe pêk dianî şehîd bibû, ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê merasîmeke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Polîsên Hawarê ve hate lidarxistin. Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser rola şehîdan a parastina ewlehî û aştiyê.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat jî di kesayeta şehîd Dilşad hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî. Berekat di axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina "Herêma ewle" û got: "Lihevkirinên dawî yên der barê makanîzmeya ewlehiya sînor de li gorî rihetiya dewleta Tirk a dagirker nehat. Piştî ku QSD, YPJ û PG bendên lihevkirinê pêk anîn Erdogan careke din dest bi gefên xwe kir. Ev yek dide diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ne ewlehiya wê ya netewî ye, lê belê dagiririna herêmê û pêkanîna komkujiyan e, her wiha ji ku DAIŞ‘ê ji nû ve li herêmên ku bi xwîna şehîdan rizgar bûne zindî bibe."

Kenan Berekat got ew ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin û destekê bidin hêzên ewlekariya sînor.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava siloganên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din