Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Serdar li Tebqayê hate veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Şadî El-Ebid (Serdar) ê Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye spartin axê..

Şêniyên herêmê û endamên saziyên sivîl û civakî, fermendarên Hêzên Sûriye Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber nexweşxaneya Tebqa ya Watanî kom bûn. Piştî ku cenazeyê şehîd Serdar wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristana merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve destpê kir.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîne Ebulrezaq, hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hamid El-Ferec û fermendarê Hêzên Sûriye Demokratîk Seqir Tebqa axivîn.

Kesên axivîne sersaxî ji malbata şehîd re xwest û berxwedana destanî ya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîda ji hêla endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Reşe El-Taha ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina sloganên şehîdan veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din