Cenazeyê şehîd Bedran li Dêrikê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Sarso (Bedran Siverk) ê di operasyên li dijî şaneyên DAIŞ‘ê de li gundewarê  Dêrazorê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Bedaran (Siverk) ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi kerwanekê ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve bi rê ketin.

Li goristana deqeya rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve hate girtin. Piştre ji fermandarên YPG‘ê Hawar Dêrik axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl jî axivî û ev tişt got: "Divê her kes erka parastina destkeftiyên şoreşê bigire ser xwe. Serkeftinên hatin bidestxistin berhemên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û keda şehîdan e."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şervanan cenazeyê şehîd di nav dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din